Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Ji bo malbata rêzdar Heme Reza Sergelûyî
Mixabin nûçeya koça dawî ya heval û kadîrê kedkar û kesayetiyê niştimanperwer û dilsozê rêbaza Barzanî, Xwedê jêrazî Heme Rezayê Sergelûyî gihîşt me.
Xwedê jêrazî dilsozê rêbaza Kurdayetiyê bû û li rojên dijwar da helwestên camêrane û roleke qehremanane hebû û heta nefesa dawî ya jiyana xwe dilsozê gel û welatê xwe bû.
Pirse û serxweşiya xwe bi malbata we ya têkoşer û hemû xizm û kesukarên we radigihînim û beşdarê xema we me.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim giyanê pakê Kake Heme Reza bixe ber dilovaniya xwe û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
16.03.2020