Friday 11 October 2019

Peyama serxweşiya Serok Barzanî ya bi boneya koça dawî ya nivîskar û rojnamevanê navdarê Iraqî Ednan Hisên



Serok Barzanî bi boneya koça dawî ya Ednan Hisên nivîskar û rojnamevanê azadîxwaz û navdarê Iraqî, pirse û serxweşiya xwe pêşkêşî malbat û hemû rojnamevanan dike.

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi xem û kovaneke zêde ve nûçeya koça dawî ya nivîskar û rojnamevanê xwediyê helwest û navdarê Iraqî, Ednan Hisên gihîşt me û em gelek xemgîn kir.

Xwedê jêrazî dostekî bi wefa ya gelê me bû û wekî kesekî azadîxwaz û rastgo, herdem berevaniyê li mafên rewayên gelê Kurd û zulmlêkiriyan dikir.

Bi vê helkefta xemgîn da serxweşiyê li malbata xwedê jêrazî û tevahiya nivîskar û rojnamevanan û hevrêyên xwedê jêrazî dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.

Ji xwedayê mezin lava dikîn giyanê Ednan Hisên bi bihûşta fireh şad bike û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
11.10.2019