Wednesday 7 November 2018

Peyama serxweşiya Serok Barzanî ji bo koça dawî ya xanima Meryema Qazî



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo malbata rêzdar ya Qazî

Nûçeya koça dawî ya nivîskar û rewşenbîra bi helwest û niştimanperwer xanima Meryema Qazî, em xemgîn kirin.

Li vê helkefta xemgîn da, pirse û serxweşiya xwe pêşkêşî malbata we ya têkoşer û hemû nivîskar û rewşenbîrên Kurdistan û Encûmena Edebî ya Mehabad û xelkê xweşdiviyê Mehabad û Mamosta û Xwendekarên Beşa Kurdî li Zanîngeha Kurdistanê - li Sine, dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.

Ji xwedayê mezin lava dikim ruh û giyana Meryem xanimê bi bihûşta fireh şad bike û sebir û dilnewayî yê bi hemû aliyek bide.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
07.11.2018