Tuesday 13 April 2021

Peyama sersaxiya Serok Barzanî ya ji bo Îsmaîl Beşikci



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo bîrmend û dostê qedirgiranê gelê Kurd Profesor Îsmaîl Beşikci

Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya hevjîna we ya birêz xanima (Leman Beşikci) gihîşt me. Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî we û malbata we ya birêz dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruha hevjîna we ya xwedê jêrazî bixe ber dilovaniya xwe û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
13.04.2021