Thursday 2 January 2020

Peyama sersaxiya Serok Barzanî ya ji bo malbata Şêxulîslamî û bajarê Sine



Peyama sersaxiya Serok Barzanî ya ji bo malbata Şêxulîslamî û bajarê Sine

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi mixabiniyeke zêde ve nûçeya koça dawî ya kesayetiyê akademî û navdarê bajarê Sine û damezrênerê beşê Fîqhî Şafîî li Zanîngeha Tehranê, Dr "Esed Şêxulîslamî" gihîşt me. Sersaxiya xwe pêşkêşî malbata xwedê jêrazî Dr Esed Şêxulîslamî û hemû dost û nasên wan û hevkarên xwedê jêrazî li Zanîngeha Tehranê û Zanîngeha Kurdistan û xelkê xweşdiviyê bajarê Sine dikîn û xwe bi hevbeşê xema wan dizanîn.

Ji xwedayê mezin hêvîdarîn xwedê jêrazî bi behişta fireh şad bike û sebir û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)


Mesûd Barzanî
02.01.2020