Wednesday 22 January 2020

Peyama sersaxiya Serok Barzanî ya ji bo malbata Yawer Namiq Salim



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo malbata Yawer Namiq Salim.

Bi xemeke zêde ve nûçeya koça dawî ya Yawer Namiq Salim birayê têkoşerê gelê me xwedê jêrazî Cewher Namiq Salim gihîşt me. Serxweşî û hevxemiya xwe pêşkêşî we yên azîz û tevahiya kesukar û nasên we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bi bihûşta fireh şad bike û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
22.01.2020