Sunday 1 November 2020

Peyama sersaxiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Şaîr Celalê Melekşa



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya şaîrê navdarê gelê Kurd Celalê Melekşa gihîşt min.

Celalê Melekşa nivîskar û şaîreke niştimanperwer bû ku cihê destê wî li berev pêşvebirina çand û edeb û wêjeya Kurdistanê de diyare.

Serxweşiyê li malbat û kesukarên xwedê jêrazî Celalê Melekşa û rewşenbîr û edebdost û nivîskarên bajarê Sine û hemû Kurdistanê dikim û xwe bi hevbeşa xema wan dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî

01.11.2020