Saturday 30 January 2021

Peyama sersaxiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Îzet Silêman Beg



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya Îzet Silêman Begê Dergeleyî kesayetiyê navdarê Kurdistanê û devera Soran û Pêşmergeyê Şoreşa Eylûl me bihîst. Xwedê jêrazî Îzet Silêman Beg li malbateke navdar û kurê Silêman Begê Pêşmergeyê Komara Kurdistan li Mehabad û li gel Barzaniyê Nemir li Sovyetê bû û kesayetiyeke xebatgêr û niştimanperwer û xemxurê Kurdayetî û wefadarê rêbazê Barzanî bû û roleke ber bi çav li şoreş û xebata Kurdayetî bi taybetî li devera Soran hebû û ji destdana wî ziyaneke mezine.

Sersaxiyê xwe pêşkêşî malbata têkoşerê Îzet Silêman Beg û hemû xizm û kesukar û nasên wan û hevalên xwedê jêrazî û niştimanperwerên Kurdistanê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruhê xwedê jêrazî bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
30.01.2021