Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi xemeke mezin me nûçeya koça dawî ya Pêşmerge û Fermande û têkoşerê her du şoreşên Eylûl û Gulanê û xebatgêrê bi wefayê rêbazê Kurdayetî û Barzanî û kesayetiyê navdarê devera Xoşnawetî û Kurdistanê (Resûl Feqê) bihîst. Xwedê jêrazî Resûl Feqê bira û heval û şoreşgereke kedkar bû ku temenê xwe yê pir bi şanazî ji bo niştimanperwerî û bi navê azadîxwaziya gelê xwe terxan kir û ji destdana wî ziyaneke mezine.
Serxweşiyê li xwe û malbat û kesukar û dost û nas û tevahiya heval û hevsengerên xwedê jêrazî Resûl Feqê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim. Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bi beheşta xwe şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
01.01.2022