Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya têkoşer û fermandeyê navdar û Pêşmergeyê her du şoreşên Eylûl û Gulanê, Nesredîn Hewramî gihîşt me. Xwedê jêrazî Nesredîn Hewramî gedeyeke bi wefa ya rêbaza Barzanî û Kurdayetî û niştimanperwerî û şoreşgereke jêhatî bû.
Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî malbata niştimanperwerê Nesredîn Hewramî û tevahiya kesukar û nasên wan û hevalên wî dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
17.12.2020