Saturday 27 June 2020

Peyama sersaxiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Lîwa Xidir Husên Surçî



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi xemeke zêde ve nûçeya koça dawî ya Pêşmerge û kesayetiyê niştimanperwer Lîwa Xidir Husên Surçî gihîşt me. Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û kesukar û nasên xwedê jêrazî Lîwa Xidir Husên Surçî dikim û xwe bi hevbeşa xema wan dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bi beheşta fireh şad bike û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
27.06.2020