Sunday 28 March 2021

Peyama sersaxiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Keremê Seyad



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya nivîskar û rewşenbîrê Kurdê Ermenîstanê (Keremê Seyad) gihîşt me. Keremê Seyad kesayetiyeke xebatkar û niştimanperwer bû ku dehan salên temenê xwe ji bo beşa Radyoya Kurdî ya li Erîvanê terxan kir û ew bi xwe û malbata xwe xizmeteke mezin li ziman û edebiyata Kurdî û berdewamiya radyoya Kurdî ya Erîvanê kiriye.

Sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û kesukar û rewşenbîrên Kurdistanê û cemawerê Kurdê Ermenîstanê û welatên Sovyeta berê dikîn û xwe bi hevbeşê xema wan dizanîn.

Hêviya hedar û aramiyê ji bo hemû aliyek dixwazîn û ruhê Keremê Seyad şad bê.

Mesûd Barzanî
28.03.2021