Saturday 10 April 2021

Peyama sersaxiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Hacî Ebdulrehman Zînuweyî



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya kesayetiyê niştimanperwer û Pêşmergeyê kedkarê her du şoreşên Eylûl û Gulan û hilgirê Madalya Barzaniyê Nemir Hacî Ebdulrehman Zînuweyî gihîşt min. Hacî Ebdulrehman ji malbateke Kurdperwer û keseke nêzîkî cenabê Barzaniyê Nemir bû û li devera Balekayetî xizmeteke mezin li şoreş û Partî kiriye û roleke bilind li yarmetîdana şoreşê ya li hemû qonaxanda hebûye û herdem kesêke xweşdiviyê di nava cemawer û serkirdayetiyê şoreşê bûye.

Sersaxiyê li xwe û malbata têkoşerê xwedê jêrazî Hacî Ebdulrehman Zînuweyî dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruhê xwedê jêrazî bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
10.04.2021