Saturday 18 March 2023

Peyama sersaxiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Fewzî Esed



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi xem û kovaneke mezin nûçeya koça dawî ya kesayetiyê niştimanperwer Fewzî Esed gihîşt min.

Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û kesukar û dost û hevalên Kak Fewzî dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim giyanê xwedê jêrazî Kak Fewzî Esed bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
18ê Adara 2023