Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya Pêşmergeyê dilsozê şoreşa Eylûl û Gulan Erîf Ebu Zêd gihîşt min.
Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û kesukar û dostên xwedê jêrazî Erîf Ebu Zêd dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim giyanê xwedê jêrazî Kak Erîf Ebu Zêd bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
18ê Adara 2023