Wednesday 18 November 2020

Peyama sersaxiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Dr Ferset Sofî Parêzgerê Hewlêrê



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Nûçeya koça dawî ya Dr Ferset Sofî Parêzgerê Hewlêrê ez gelek xemgîn û dilteng kirim. Xwedê jêrazî Dr Ferset Sofî mînakeke jêhatiyî û dilsozî û destpakî û kadîrekî niştimanperwer û çalak bû ku di demeke kêm da karî xwe biselmênê û cihê xwe li nava dilê cemawer da veke. Ji destdana ciwaneke dilsozê wekî Dr Ferset xesaretekî mezine, min kurekî xwe ji dest da.

Serxweşiyê li xwe û malbat û kesukarên xwedê jêrazî Dr Ferset û hemû hevkarên wî yên li Hikûmet û parêzgeh û tevahiya xelkê bajarê Hewlêrê dikim û ji xwedayê mezin hêvîdarim cihê wî behişt bê û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
18.11.2020