Saturday 3 April 2021

Peyama sersaxiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Doktore Nemam Xefûrî



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo birêzan malbata Kake Ziyadê Koye

Bi xemeke mezin ve nûçeya koça dawî ya Doktore Nemam Xefûrî gihîşt me ku li karê xêrxwazî û mirovî û bihanaveçûna koçber û xûşk û birayên me yên Êzîdiyan de roleke ber bi çav hebû û kedeke wê ya zêde hebû.

Sersaxiyên xwe pêşkêşî we yên birêz û kesukar û nasên we û hemû heval û hevkarên Doktore Nemam dikim. Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruha xwedê jêrazî bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
03.04.2021