Saturday 3 April 2021

Peyama sersaxiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Dadwer Mihemed Elerêbî



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya Dadwer Mihemed Elerêbî gihîşt me ku yek ji wan dadwerên biwêrbû ku li dadgehkirina tawanbarên rejîma berê yê Iraqê da beşdarî kiribû ku bi taybetî ewên destê wan li tawanên Enfalê û kîmyabarana gelê Kurdistanê da hebû.

Sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û kesukarên Dadwer Mihemed Elerêbî û dadwerên birêz û navendên dadwerî û gelên Iraqê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim. Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruhê xwedê jêrazî bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
03.04.2021