Saturday 10 March 2018

Peyama Serok Barzanî ya li salvegera rêkkeftinnameya 11ê Adarê



Îro 48 sal li ser yekem rêkkeftina di navbera gelê Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê da derbas dibe ku têda beşek ji mafên gelê Kurdistanê hate pejirandin.

Piştî 48 sal û paş jenosayd kirina gelê Kurdistanê û derbaskirina qonaxên cûr bi cûr, ew rêkkeftin û hemû rêkkeftinên din bi destûra 2005 ve jî ji aliyê Bexda ve hatin binpêkirin û piştî dîrokeke pir li karesat, hê jî şikandina şeraketê berdewame û hê jî her bi eqliyeta înkar û îhmalkirinê muamele li gel gelê Kurdistanê tê kirin.