Thursday 11 March 2021

Peyama Serok Barzanî ya li bîranîna 51 saliya rêkeftinnameya 11 Adarê



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi bilindiyê ve bîranîna pêncih û yek saliya rêkeftinnameya Adara 1970 dikîn ku berhemê xebat û têkoşîna gelê me ya li şoreşa mezina Eylûlê bû. Girîngiya rêkeftina yanzdehê Adarê li wê yekê da bû ku yekem car bû Hikûmeta Iraqê bi awayeke fermî beşek ji mafên rewayên gelê Kurdistanê pejirand û ewe jî hate selmandin desthilatdarên Iraqê li rêya çek û zebir û zengê ve nikarin îradeya gelê Kurdistanê bişkînin. Berxwedan û qurbanîdana Pêşmerge û yekrêziya şoreşger û niştimanperweran bi serkirdayetiya Barzaniyê Nemir bû, Hikûmeta wê demê ya Iraqê neçar kir bê ser mêza danustandinê û maf û destkefteke dîrokî ji bo gelê me bê tomar kirin.

Her çende rêkeftinnameya yanzdehê Adarê di dawiyê de ji aliyê rejîmê ve hate binpêkirin lê belê ew destkeft derbasgehek bû ji bo qonax û hengavên mezintirê xebata gelê me û pêkanîna destkeft û serkeftinên zêdetir.

Li vê bîranîna pîroz da di demek da ku tekez li ser peyama aştîxwazî û pêkvejiyan û diyaloga gelê Kurdistanê dikîn, bi bîra hemû aliyek jî tînîn, înkarkirina mafên gelê Kurdistanê û binpêkirina rêkeftin û bingehên destûrî û yasayiyên di derbarê mafên gelê Kurdistanê bi tu awayekê îradeya gelê me ya ji bo wergirtina mafên wê yên rewa naşkîne. Gelê Kurdistanê ezmûneke dûr û dirêj ya xebat û hişyarî û kolnedanê heye û gelek bi başî mafên xwe dinasê û destberdarê wan nabê.

Mesûd Barzanî
11.03.2021