Thursday 31 December 2020

Peyama Serok Barzanî ya ji bo serê sala nû ya zayînî



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta serê sala nû ya zayînî, pîrozbahiyê li welatiyên xweşdiviyên Kurdistanê û malbatên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman dikim û hêviya xêr û xweşiyê ji bo hemû aliyek dixwazim.

Hêvîdarim sala 2021 sala dawî hatina pejik û nexweşî û giriftan bê û aştî û bextewerî ji bo hemû welatiyên Kurdistan û Iraq û hemû navçeya me pêkbê.

Mesûd Barzanî
31.12.2020