Sunday 9 June 2019

Peyama Serok Barzanî ya ji bo salvegera karesatên 9ê Hezîranê



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Îro 9ê Hezîranê li dîroka gelê me da rojekî pir li karesat û qurbanîdanê ye. Li 9ê Hezîrana 1963 da hejmarek ji azadîxwazên Silêmanî amade nebûn sivikayetî bi hêmayên neteweyiya wan de bê kirin, ji bo wê yekê bi destê celladê wê demê "Zeîm Sidîq" hatin şehîd kirin û bi xwîna xwe waneya azayetî û xwe bi dest ve nedanê tomar kirin. Her li rojekî wekî îro li sala 1985 da firokeyên rejîma wê demê ya Iraqê dirindane ordugaya penaberên "Zêwe"ـ borduman kirin û li vê tawanê da hejmarekî zêdeyê koçber û jin û zarokên bê guneh şehîd û birîndar bûn.

Dijmin wiha pêşbînî kiribû ku bi şehîdkirin û azardan û şewitandina jin û zarokan serkeftinê bi dest ve tînin û îradeya gelê Kurdistanê têkdişkînin. Lê belê karesata Zêwe ji bo hemû aliyekî xûya kir ku ew ji çek û firoke û agirê dijmin bihêztire, îradeya gelê Kurdistanê ji bo wan ma û xebat û têkoşîn û cara dawî jî ew îradeya bihêz li ser dijminê bêwîcdan da serket.

Hezaran silav li şehîdên her dû karesata 9ê hezîranê û hemû şehîdên rêya azadiyê

Mesûd Barzanî
9ê Hezîrana 2019