Thursday 30 May 2019

Peyama Serok Barzanî ya ji bo raya giştî



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Şewitandina dexl û danên hemwelatiyên Kurd li navçeyên maddeya 140 û her wiha kuştin û azardan û birîndarkirina xelkê Kurd li wan navçeyan da ku ev demeke bûye diyarde û rojane tê encamdan, tawanekî mezine û zulmekî eşkereye li hemwelatiyên bêtawanê Kurd tê kirin.

Ewê li van navçeyan tê jiyandin binpêkirina yasa û destûr û bihayên mirovayetiyê ye û zengê metirsiyê ye jî ji bo jiyana xelk û paşaroja wan navçeyan. Ev zulma ku rojane tê kirin, sizadan û hilkişandina xelke ji ser nasnameya neteweyî.

Sepandina vê rewşê li ser cotyaran û xelkê sivîlê wan navçeyan bi tu awayekî nayê qebulkirin û pêwîste civaka navdewletî û aliyên peywendîdar li ser vê rewşa neasayî bêne deng û Hikûmeta Iraqê jî divê berpirsiyariyê hilbigrê û dawî bi wê sîtem û yasa şikandinê bîne ku li navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdara Herêma Kurdistanê li dijî hemwelatiyên Kurd tê encamdan.

Mesûd Barzanî
30.05.2019