Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya têkoşer û xebatgêrê gelê me Kak Refîq Arif Emîn yê naskirî bi (Gulebax) gihîşt me.
Heval Gulebax Pêşmergeyê her du şoreşên Eylûl û Gulan û xwediyê Medalya Barzaniyê Nemir û wefadarê rêbaza Kurdayetî û kesayetiyeke têkoşerê navçeya Koye û Kurdistanê bû, jiyana xwe bi navê azadî û serfîraziya gelê xwe terxan kir û ji destdana wî ziyaneke mezine.
Sersaxiyê li xwe û malbat û kesukar û nasên Gulebax û hemû Pêşmerge û têkoşerên Kurdistanê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim giyanê xwedê jêrazî Gulebax bi beheşta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
29.05.2022