Monday 28 January 2019

Peyama Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Mîrê Êzîdiyên Kurdistan û Cîhanê



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Berî sibehiya roja dûşem 28.01.2019 Mîr Tehsîn Beg Mîrê Êzîdiyên Kurdistan û Cîhanê koça dawî kir. Bi vê helkefta xemgîn ve serxweşiyên xwe pêşkêşî malbata Mîr û kesayetiyên ola Êzîdî û hemû xuşk û birayên Êzîdiyên li Kurdistan û Cîhanê û her wiha li gelê Kurdistanê dikim. Ji xwedayê mezin hêvîkarim rûh û giyanê xwedê jêrazî Mîr Tehsîn bi dilovaniya xwe şad bike û sebir û hedarê bi hemû aliyek bibexşê.

Ji destdana Mîr Tehsîn Beg ziyan û valahiyeke mezine ji bo xuşk û birayên Êzîdiyan û me hemû aliyek. Li vir da hêvîdarîn bi hîkmet û hewla hemû aliyek ew valahî bê pir kirin û tebayî û birayetiya di navbera hemû Êzîdiyên Kurdistan û Cîhanê bi hêztir û kûrtir bê kirin.

Mesûd Barzanî
28.01.2019