Sunday 6 September 2020

Peyama Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Elî Sincarî



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi xem û kovaneke mezin nûçeya koça dawî ya siyasetmedar û têkoşerê navdarê gelê me û endamê berê yê serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (Elî Sincarî) gihîşt me. Xwedê jêrazî Elî Sincarî bi dirêjahiya temena xwe û xebata xwe ya siyasî de li şoreşa Eylûl û Gulan û qonaxa piştî raperînê da Pêşmerge û kesayetiyeke xwedî helwest û wefadarê rêbaza Partî(PDK) û Kurdayetiyê bû. Herdem li xebat û têkoşîna siyasî û cemawerî da erkên xwe dilsozane bi cîh gihandiye û ji destdana wî ziyaneke mezine.

Serxweşiyê li xwe û malbata têkoşerê Elî Sincarî û tevahiya dost û hevalên wî dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim. Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bi bihûşta fireh şad bike û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
06 Eylûla 2020