Sunday 4 April 2021

Peyama Serok Barzanî ya ji bo koça dawiya Remzî Şe'ban



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi xemeke mezin roja şemî 03.04.2021 Pêşmerge û xebatgêr û kadîrê serkirde û şoreşgêr û endamê Encûmena Serkirdayetî û Berpirsê Mekteba Birêvebirin û Darayî ya Partiya Demokrata Kurdistanê, heval Remzî Şe'ban ji ber nexweşiyê koça dawî kir. Remzî Şe'ban temenê xwe ji bo xebat û Kurdayetî û xizmetkirina li rêzên Partiya Demokrata Kurdistanê da terxan kir û li hemû qonaxan da kadîr û Pêşmergeyeke dilsoz û bi wefayê rêbaza Barzanî û niştimanperweriyê bûye û herdem erk û karên xwe bi ruhêkî Kurdane û xebatkarane û bi baştirîn awayî encam daye.

Remzî Şe'ban ji bo min, dosteke nêzîk û bira û heval û hevsengereke emîn û xweşdivî bû. Ew li qonaxên cûda cûdayên şoreşên çiya û bajar û koçberî û karubarê hizbayetiyê bi navê rêbazeke pîroz da bê veqetan û bi bîr û baweriyeke bi hêz bi rêbaza xwe berdewam bûye û li wê rêyê da kedeke xwe ya zêde heye. Koça dawî ya Remzî Şe'ban û ji destdana wî serkirdeyê kedkar ji bo me hemû aliyek ziyaneke mezine.

Serxweşiyê li xwe û malbata têkoşerê Remzî Şe'ban û serkirdayetî û kadîr û endam û alîgirên PDK û heval û hevrê û hevsengerên xwedê jêrazî Remzî Şe'ban û hemû şoreşger û azadîxwazên Kurdistanê dikim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruhê xwedê jêrazî Remzî Şe'ban bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
03.04.2021