Tuesday 13 April 2021

Peyama Serok Barzanî ya ji bo helkefta cejna serê sala Êzdî (Çarşema serê nîsanê)



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna serê sala olî ya Êzdî, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xûşk û birayên Êzdî dikim û hêvîdarim ev helkeft destpêkek bê ji bo dawî hatina êş û azarên xûşk û birayên Êzdî û li aramî û aştiyê da cejn û helkeftên xwe bikin.

Li vir da ji bilî derbirîna dilgiraniyên xwe ya li çaresernebûna rewşa Şingalê û venegeriyana koçberan, ewe dûpat dikim ku bi tevahî palpiştiya maf û daxwaziyên xûşk û birayên Êzdî me û daxwaz jî dikim yekrêziya navxweyiya biparêzin û rê nedin dengên bela vela û xerîb ziyanê bi nasname û maf û ol û paşeroja wan bigihîne û pêwîst dike hemû bi yekgirtî ve li ser maf û daxwazên xwe yên rewa pêdagir û mikur bin.

Bimînin bi xêr û xweşiyê da

Mesûd Barzanî
13.04.2021