Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta serê sala nû ya zayînî û cejna ji dayikbûna Hezretî Mesîh (silavên xwedê li ser bê), germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû xûşk û birayên Krîstiyanên li Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim û hêviya şadî û bexteweriyê ji bo wan dixwazim.
Li vê helkeftê de tekez li ser kûrtirkirina çanda pêkvejiyan û birayetiya di navbera pêkhatên Kurdistanê dikim û hêviya wê yekê dixwazim xûşk û birayên me yên Krîstiyan hemû cejn û helkeft û xweşiyên xwe li aramî û tebayiyê da pîroz bikin. Hêvîdarim ev helkeft destpêkek bê ji bo hemû mirovayetiyê ku li sîtemkarî û pejik û nexweşiyan rizgar bibê û aştî û aramî û pêşketin li navçeya me û cîhanê da berqerar bê.
Mesûd Barzanî
24.12.2020