Monday 17 February 2020

Peyama Serok Barzanî ya ji bo helkefta 67 saliya damezrandina Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokratên Kurdistanê



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta şêst û heft saliya damezrandina Yekîtiya Qutabiyên(Xwendekar) Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokratên Kurdistanê, germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî lawan û qutabiyên xweşdiviyên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftin û paşarojeke geş ji bo wan dixwazim.

Lawan û Qutabiyan, li destpêka damezrandina rêxistinên xwe ve heta niha, roleke girîng û ber bi çav li karê medenî û rêxistinî da dîtin û ji bilî wê yekê xwendingeha pêgihandina serkirdeyên bi şiyan û gedeyên hişyar û helketî bûne, wekî Pêşmerge jî beşdariyeke bi bandor li tevgera rizgarîxwaziya gelê me da kirine û li vê rêyê da qurbanî û şehîdan jî gorî kirine.

Qutabiyan û lawan, li qonaxên cûda cûda de, xizmeta gel û welat kirine û ruhê bergirî û bawerî bi xwebûnê li nav lawên gelê me de parastine. Niha û paşarojê jî ev çaverêyî li xwendekar û lawên xweşdivî tê kirin ku parêzerê bihayên bilindê gelê xwe bin û bi moraleke bilind û çav vekiriyeke zêdetir, sûd ji amrazên nûyên perwerde û fêrkirinê werbigrin û xwe bi zanist û zanyariyê dewlemend bikin û kadîrê hişyar û bi şiyan ji bo xizmetkirina berjewendiyên xelkê Kurdistanê perwerde bikin.

Dûbare pîrozbahiyê li we dikim û hêviya serkeftineke zêdetir ji bo we dixwazim.

Mesûd Barzanî
17.02.2020