Sunday 17 February 2019

Peyama Serok Barzanî ya ji bo helkefta 66 saliya damezrandina Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta 66(şêst û şeş) saliya damezrandina Yekîtiya Qutabiyên(Xwendekarên) Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî lawan û xwendekarên xweşdiviyên Kurdistanê dikim û ji bo wan hêviya serkeftinê û paşarojeke geş dixwazim.

Law û xwendekar ji dema damezrandinê ve heta niha, ji bo bi dest ve xistina azadî û pêşketin û nûxwaziyê de, li karê rêkxistiniya medenî da beşekî girîngê xebata gelê me bûne. Ev dû rêxistina têkoşer bi dirêjahiya salên karkirina xwe bûye cihê pêgihandina serkirdeyên bi şiyan û gedeyên hişyar û têgihiştî ku cihê destê wan li tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê de diyar û ber bi çave û li vê rêyê da qurbanî û şehîd jî bexşîne.

Xwendekar û Lawên xweşdivî! rol û bandora we li qonaxên cûda cûdayên xebata gelê me da li serdema şoreşa Eylûl û Gulan û jiyana koçberî û karê medenî û zanist û fêrbûnê de, her wiha bergirîkirina mafê rewaya gelê Kurdistanê ya ji bo serbixweyiyê cihê şanaziyekî zêdeye.

We yên azîz dîrokê ji bo gelê xwe dirust kiriye û her wiha paşaroja gelê xwe ne. Ji bo wê yekê ew çaverêya ji xwendekar û lawên xweşdivî heye bi sûdwergirtina li awayê nû û hemdema xebat û bi moraleke bilindtir û çav vekiriyeke zêdetir, li pêgihandina kadîrên hişyar û bi şiyan ji bo xizmetkirina berjewendiyên xelkê Kurdistanê de berdewam bin. Ev çaverêya li we yên azîz heye ku parêzerê bihayê bilindê mîlletê me bin û bi navê gihîştina bi Kurdistanekî bihêz û geş, xwe ji bo hêviyên rewayên gelê Kurdistanê terxan bikin. Her wiha pêgihandina nifşek ku bawerî bi xwe hebê û hez ji niştimana xwe bike.

Dûbare pîrozbahiyê li we dikim û bi xêr û xweşiyê de bimînin.

Mesûd Barzanî