Wednesday 12 May 2021

Peyama Serok Barzanî ya ji bo hatina cejna Remezana pîroz



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna Remezana pîroz ve, germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî misilmanên cîhanê bi giştî û Kurdistan û Iraq bi taybetî dikim.

Pîrozbahiyeke germ li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû çînên Kurdistanê dikim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim rojî û îbadeta meha pîroza Remezanê, li hemû misilmanan qebûl bike û ev cejin bibê cihê dawî hatina nexweşî û kavilkarî û vegerana aramiyê ji bo hemû mirovayetiyê.

Hêviya xêr û xweşî û tendirustiyê ji bo hemû aliyek dixwazim.

Mesûd Barzanî
30 ê Remezana 1442 yê Koçî
12 ê Gulana 2021 ê Zayînî