Saturday 15 May 2021

Peyama Serok Barzanî ya ji bo bîranîna 59 saliya Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêzan Sekreter û Endamên Sekreteriyeta Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê

Bi helkefta 59. saliya damezrandina Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê, pîrozbahiyê li we yên birêz û hemû mamostayên xweşdiviyên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim.

Vê helkeftê bi derfet dizanim ku spasî rola bilinda mamostayan ya li belavkirina hişyariya neteweyî û niştimanperwerî û pêgihandina xwendekaran li hemû qonaxên şoreş û xebat û têkoşîna gelê me da bikim. Eve jî herdem li ber çave ku li xweşî û nexweşiyan da mamostayên Kurdistanê dilsozane û cangoriyane herdem pêşengê xweragiriyê bûne û nehiştine proseya xwendinê û zanistê li Kurdistanê da rawestê û ji bilî hebûna qeyran û kêşeyên mezin mamostayên azîz li handan û pêgihandin û berdewambûna fêrbûn û zanistê de mînakeke bilind bûne. Spasî erk û keda mamostayên Kurdistanê dikim û em hemû xwe bi qerzdarê mamostayan dizanîn.

Hêviya berdewamî û serkeftinê ji bo hemû mamostayên xweşdiviyên Kurdistanê dixwazim.

Mesûd Barzanî
15.05.2021