Tuesday 21 September 2021

Peyama Serok Barzanî ya ji bo 51. salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta pêncih û yekemîn salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê, pîrozbahiyên xwe pêşkêşî mamostayan û zanayên mezinên ola Îslamiya Kurdistanê û Serok û Endamên Mekteba Tenfîzî û Encûmena Navendî ya Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê dikim.

Damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê li ser destê cenabê Barzaniyê Nemir hengaveke girîng bû ber bi bihêztirkirina rola mamostayan û kesayetiyên mezinên olî ya bihêzkirina bingehên dîndarî û xwedanasî û belavkirina çanda pêkvejiyanê û mirovdostî û her wiha hişyarkirina welatiyên li hemû navçe û bajar û gundên Kurdistanê.

Heman demê de jî mamostayan û zanayên ola Îslamiya Kurdistanê li qonaxa xebat û şoreşê da roleke ber bi çav hebû li bilindkirina hişyariya neteweyî ya xelk û nasandina mafan û redkirina zulm û bindestiyê.

Her wiha rol û bandora Yekîtiya Zanayan û mamosta û kesayetiyên olî gelek bi bilind dinirxînim ku ji wê dema teror gefeke mezine li asta navçeyî û cîhanî da bi hîkmet û şarezayiya wan li bingeha pîrozên olî sedemeke bihêz bûne ji bo wê yekê ku hizra tundî û terorê nikarê li nav gelê me cîh û pêgeha xwe veke.

Bi helkefta vê bîranîna girîng hêviya serkeftinê ji bo Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî dixwazim û spasî ked û erkê wan yê pîroz dikim.

Xwedayê mezin pişt û penaya me hemû aliyek bê.

Mesûd Barzanî
21.09.2021