Monday 11 October 2021

Peyama Serok Barzanî ya di derbarê serkeftina proseya hilbijartinê



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta serkeftina proseya hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê û serkeftina Partiya Demokrata Kurdistanê ya li van hilbijartinan da pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê dikim. Pîrozbahiyê li kadîr û endam û alîgirên Partî(PDK) dikim ku karîn li kêbirkêyeke medenî û aram da serkeftineke mezin ji bo Partî û rêbaza wê mîsoger bikin û ruhê şehîdan bextewer bikin. Serkeftina Partî li van hilbijartinan da bi wateya serkeftina prensîb û biha û wan bingehane ku xebata gelê Kurdistanê li ser rawestaye û peyameke ji bo hemû aliyek ku gelê Kurdistanê li tu rewşekê da destberdarê dîrok û bihayên wê nabê. Pêwîste ew serkeftina Partî (PDk) bibê sedema wê yekê berpirs û kadîr û endamên Partî zêdetir xizmeta xelkê bikin û herdem ew şîreta bi nirxa Barzanî li bîra wan bê, "Li serkeftinê da mexrûr nebin û li şikestê de bêhêvî nebin".

Her bi vê helkeftê spasî Komîsyona Bilinda Hilbijartinê û dezgehên emnî û hemû aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistan û Iraqa Federal dikim ku bi şev û roj karkirin û keda wan hebûye ji bo serkeftina proseya hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê û destxweşiyê li wan dikim. Her wiha rola birêz Mistefa Kazimî Serok Wezîr li encamdana hilbijartinan de bilind dinirxînîn.

Serkeftina proseya hilbijartinê serkeftina îradeya gel û serkeftina demokrasiye. Her ji bo vê yekê jî hêvîdarim piştî van hilbijartinan aliyên Kurdistanî yekrêz û temamkarê hevdû bîn. Hêvîdarim hemû alî bi pêkve û ji bo yek armancê hevbeş û bi navê berjewendiyên bilindên Kurdistanê û bergirîkirina li maf û destkeftên gelê Kurdistanê kar bikin û li ser bingeha hevbeşiya rasteqîne peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqa Federal binyat bînin.

Careke din spas ji bo gelê Kurdistanê û spasî taybetî jî ji bo xûşk û birayên xweragir û xwedî bîr û bawerê li Kerkûkê dilê Kurdistanê.

Mesûd Barzanî
11.10.2021