Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta cejna Çileya Havînê ya xûşk û birayên Êzdî pîrozbahiyeka germ li Encûmena Ruhanî û hemû Êzdiyên Kurdistan û cîhanê dikim.
Hêvîdarim ev cejne ji bo hemû Êzdiyan û bi taybet Êzdiyên Kurdistanê bibê destpêka xweşiyê û kevînbûna hemû birîn û êş û azarên destê terorê. Hêviya min ewe ku xûşk û birayên Êzdî jiyan û hemû cejn û helkeftên olî di aramî û tenahiyê de bi ser bibin.
Cejna we pîroz bê û bimînin di xêr û xweşiyê da
Mesûd Barzanî
02.08.2021