Roja sê ya heşt, bîranîna karesatekî dilhejîn dikîn. Ew karesata terorîstên Da'îş li ser xelkê Şingalê anî, li gor hemû pêveran jenosayde û pêwîste li navxwe û derve hewlan zêde bikin ji bo bi jenosaydnasandina wê karesatê û peydakirin û vegerandina revandiyan û her dû Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexda bigihin rêyekî hevbeş ji bo avadankirina Şingalê û îdareya Şingalê li dest xelkê bajar da bê.
Karesata Şingalê dirêjiya karesatên dine ku li ser gelê me da hatine û gelê me her bi zîndî maye. Carekî din tekez dikîn ku xuşk û birayên Êzdî beşekî veneqetiyayî yê gelê Kurdistanê ne û bi hemû awayekî piştevaniya wan dikîn.
Li salvegera karesata Şingalê da, silav ji bo giyanê pakê şehîdên wê karesatê û wan Pêşmergeyên qehremanên bi navê bergirîkirin û azadkirina Şingalê da giyanê xwe gorî kirin.
Mesûd Barzanî
03.08.2019