Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta hatina cejna Cemayê ya xûşk û birayên Êzdî pîrozbahiyê li Mîrê Êzdiyan û Baba Şêx û Encûmena Ruhanî ya Ola Êzdî û hemû xûşk û birayên Êzdî yên Kurdistanê û hemû cîhanê dikim.
Li salên derbasbûyî de xûşk û birayên Êzdî bi egerê zulm û tawanên terorîstan û nehezên gelê me tûşî êş û azareka mezin bûn.
Li vir dûpat dikim ku bi hemû şiyanan piştevaniya daxwazên xûşk û birayên Êzdî dikim û pêdiviye ew hemû asteng û hokar nemînin ku rêgirin li ber asayîbûna jiyana Êzdiyan û bi taybetî li devera Şingalê. Divê xûşk û birayên Êzdî bikarin birînên xwe bikevînin û azadane biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin.
Her bi vê helkeftê tekeziyê li ser bihêzkirina çanda pêkvejiyana li Kurdistanê dikim û hêvîdarim xûşk û birayên me yên Êzdî cejn û helkeftên xwe bi aramî û dilxweşiyê de bikin.
Cejna we pîroz û bimînin bi xêr û xweşiyê da
Mesûd Barzanî
06.10.2021