Saturday 11 March 2023

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta 53. salvegera rêkeftin nameya 11 Adar



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Rêkeftinnameya 11 yek ji destkeftên bihadarên tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê ye. Girîngiya vê rûdana dîrokî li wê yekê daye ku li encama xebat û şoreşa gelê Kurdistanê û Partî bi rêbertiya Barzanî, rejîma wê demê ya Iraqê neçar kir ku li yanzdehê Adara 1970 da yekem car û bi awayeke fermî beşek ji mafên gelê me bipejirîne. Ew mafên ku her li destpêka dirustbûna dewleta Iraqê dihatin inkarkirin û zeftkirin.

Rêkeftinnameya yanzdehê adarê ku berhemê xebat û qurbanîdana Pêşmerge û cemawer û hemû çîn û pêkhatên olî û neteweyiyên Kurdistanê bû, pênase û bûna gelê Kurdistanê li nav dewleta Iraqê bir qonaxekî bilindtir û bawerî bi xwebûnê li kurahiya dilê Kurdistanê bihêztir kir. Her çende rejîma Iraqê pişta xwe da mafên xelkê Kurdistanê û rêkeftinnameya yanzdehê adarê binpê kir lê belê ew destkefte derwazeyek bû ji bo qonax û hengavên mezintirê xebata gelê me û pêkanîna destkeft û serkeftinên zêdetir.

Li pêncîh û sêyemîn salvegera rêkeftinnameya yanzdehê adarê da ji bilî wê yekê tekez li peyama aştîxwazane û pêkvejiyana gelê Kurdistanê dikin, ewe jî bi bîra hemû aliyek tînîn ku gelê Kurdistanê li bin tu rewş û fişarek da paşvekêşiyê li maf û azadî û destkeftên wê nake.

Mesûd Barzanî
11ê Adara 2023