Monday 21 September 2020

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta 50. salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta derbasbûna pêncih sal li ser damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê pîrozbahiyeke germ li Endamên Mekteba Tenfîzî û Encûmena Navendî ya Yekîtiya Zanayan û hemû mamostayên ola pîroza Îslam li Kurdistanê dikim.

Ji bo rola bilinda mamostayên olî ya li qonaxên cûda cûdayên jiyana gelê me ya çi li rûyê belavkirina bîr û raya xwedênasî û kûrtirkirina çanda pêkvejiyan û her wiha rûbirûbûna hizra tundî û înkarkirinê ya li nav xelkê Kurdistanê da rûmeta me heye. Ji bilî wan jî rola mamostayan û zanayên mezinê Kurd yên ola îslamê li pêşxistina hizra neteweyî û niştimanperwerî û qebûlnekirina sîtemkariya li dîroka gelê me da ber bi çav û diyare û li vê rêyê da qurbaniyê jî daye.

Herdem li hemû qonax û gefan de wê çaverêyiyê ji Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê û hemû mamostayan û rihspiyên olî yên Kurdistanê heye ku li rola xwe ya pîroz ya ji bo hişyarkirina civak û belavkirina çanda mirovayetiyê û nermî û kûrtirkirina hestên niştimanperweriyê berdewam bin.

Li vê bîranînê de li erk û karên wan da hêviya serkeftinê ji bo Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê dixwazim ku li jiyan û çarenivîsa gelê me da li erk û karê pîroz û bi bandorin.

Mesûd Barzanî
21. Eylûl 2020