Saturday 10 August 2019

Peyama Serok Barzanî ya bi boneya cejna pîroza Qurbanê



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna pîroza Qurbanê pîrozbahiyê li xelkê Kurdistan û Iraq û hemû misilmanên cîhanê dikim.

Pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan dikim ku bi xwîna azîzên wan azadî û rûmeta welatê me parastiye. Pîrozbahiyê li hemû Pêşmergeyên qehreman dikim û destxweşiyê jî li hêzên Asayîş û Polîs dikim ku bi şev û roj erkê parastina aramî û asayîşa hemwelatiyan li stuyê xwe girtine.

Cejna we pîroz û hêviya şadî û bexteweriyê bo we dixwazim.

Mesûd Barzanî
10.08.2019