Friday 16 March 2018

Peyama Serok Barzanî li salvegera karesata Helebçe



Di demek de bîranîna şehîdên Helebçeya mezlûm dikîn ku hê jî êş û azarên gelê Kurdistanê bi dawî nehatine û bi awayeke cûr bi cûr berdewame. Li bîranîna karesata Helebçe da silav ji bo giyanê pakê şehîdên Helebçe dişînim û hevsoziya xwe li gel kesukarên şehîdan û qurbaniyên wê rûdana diltezîn dûpat dikim. Eve birîneke li ser laş û cesteyê gelê me ku tu demekî nayê sarêj û kewîn kirin.

Dewleta Iraqê ya dirindane û bi sûdê ji bêdengiya civaka navdewletiya Helebçeyê şehîd wergirt. Raste rejîma Be'es nemaye, lê belê wê tawana mezin li bin serweriya kiyana dewletê de encam daye. Ji bo wê yekê berpirsiyariya wê karesatê û qerebûkirina karesata Helebçe û jenosaydên dinê dijî gelê Kurdistanê li ser milê dewleta Iraqe.