Thursday 16 March 2023

Peyama Serok Barzanî li salvegera 35 saliya kîmyabarankirina Helebçe



Roja pênçşem 16ê Adara 2023 Serok Mesûd Barzanî li salvegera sîh û pênç saliya kîmyabarankirina Helebçeyê da peyamek li tora civakiya twitterê belavkir ku eve jî naveroka peyama Serok Barzanî ye:

Tawana kîmyabarankirina Helebçe bi ber çavê cîhanê û ji aliyê dirindetirîn rejîma serdem ve hate encamdan.
Ev tawan birîneke kûre li ser laşê gelê me û tu carî nayê ji bîr kirin.
Pêwîste dewleta Iraqê qerebûya wan zulm û tawanan bike ku di derbarê Helebçe û zarok û gedeyên Kurdistanê hatine encamdan.
Silav li rûhê pakê şehîdên Helebçe û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê.