Friday 17 January 2020

Peyama pîrozbahiya Serok Mesûd Barzanî ya ji bo 21 saliya destbikarbûna Kurdistan Tv



Ji bo / Birêveber û hemû karmendên Kurdistan Tv

Bi helkefta bîst û yek saliya destbikarbûna Kurdistan Tv germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we yên birêz û hemû kedkar û karmendên Dezgeha Satalayta Kurdistanê dikim û ji bo we hêviya serkeftinê dixwazim.

Televizyona Kurdistanê destpêka şoreşekî ragihandinê bû li nav medya ya Herêma Kurdistanê û mînaka medya ya neteweyî û niştimanî bûye û herdem jî pabendê bingehên rastgoyî û hest bi berpirsiyariyetiyê bûye. Kurdistan Tv di dema karkirina xwe da rola xwe li belavkirina hişyariya neteweyî û evîna niştiman û palpiştîkirina Pêşmerge û malbatên şehîdan de hebûye û li van waran de jî cihê destê wê xûyaye û ev rol herdem cihê rêzgirtin û pêzanînê bûye.

Ew çaverêyî jî ji Dezgeha Satalayta Kurdistanê û Kurdistan Tv heye ku bi teknîka nû, karê profesyonalî hêviya rûh û giyana niştimanperwerî û welatparêziyê bike û pêşeng bê ji bo kar û pîşeya ragihandina li Kurdistanê de.

Dûbare pîrozbahiyê li we dikim û bimînin bi xêr û xweşiyê da.

Mesûd Barzanî
17.01.2020