Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birêz Sernivîskar û Rojnamevan û Karmendên Rojnameya Xebat
Silav û rêz
Bi helkefta 61 saliya salvegera derçûna rojnameya Xebat mezintirîn pîrozbahiyê pêşkêşî we dikim û hêviya berdewamî û pêşketin û serkeftina zêdetir ji bo we dixwazim.
Rojnameya Xebat û tevgera rizgarîxwaziya gelê me pêkve hatine girêdan û li vê helkeftê de careke din tekez li ser ewe dikim ku bîranîna salvegera derçûna rojnameya Xebat, bîranîna xebata neteweyeke, bîranîna rojên dijwar û tehl û nexweş û rojên pir li serweriye.
Rojnameya Xebat ew şanaziya xwe heye ku ji bilî bi cîh anîna erkê xwe yê li warê ragihandinê û rêdana asta rewşenbîrî û hişyariya xwendevanan, berdewam berevaniyê li mafên gelê me kiriye û mînberek bûye ji bo zêdetir çespandina peyama pêkvejiyan û lêborînê.
Xebat heta niha jî li rûyê peyrewkirina akarên pîşeyî, dakokîkirina li mafê welatiyan, pêşxistina giyanê lêborînî û pêkvejiyana birayaneya hemû çînên gelê me û wekî herdem şanaziyê pêve dikîn.
Destxweşiyê li we dikim û ji bo we hêviya serkeftinên zêdetir dixwazim.
Mesûd Barzanî
04.04.2020