Sunday 17 January 2021

Peyama pîrozbahiya Serok Barzanî ya ji bo helkefta salvegera damezrandina Kurdistan TV



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêzan Serpereştiyar û Desteya Birêvebirin û Kedkar û Karmendên Dezgeha Satalayta Kurdistanê,

Li bîst û duyemîn salvegera damezrandina (Kurdistan TV) da, germtirîn pîrozbahiyê li we yên xweşdivî dikim û ji bo we hêviya berdewamî û pêşketinên zêdetir dixwazim.

Kanala Asmaniya Kurdistan TV wekî yekemîn kanala telefizyona asmaniya Kurdistanê, li rûyê pêgirîbûna bi erkê neteweyî û niştimanî û gihandina peyama aştî û pêkvejiyanê û dengê rewaya tevgera rizgarîxwaziya gelê me, li pêşengê medya Kurdistanê buye û li vê erkê da şopînerê rastgoyî û pîşeyîbûnê buye.

Niha jî Kurdistan TV û Zagros TV li çarçêweya Dezgeha Satalayta Kurdistanê da pêwîste berdewam bin li gihandina peyama rewaya gelê me bi raya giştî û belavkirina hişyariya niştimanî û çandî pêkvejiyana li nav xelkê û li wê rêyê da li asta pêşketin û guhertinên bi lez yên warê medya û ragihandinê da bin li heman demê de jî pabendî biha û armancên bilindên gelê Kurdistanê bin.

Destxweşiyê li we dikim û ji bo we hêviya serketinê dixwazim.

Mesûd Barzanî
17.01.2021