Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birêzan, sernivîskar û rojnamevan û karmendên rojnameya Xebat
Silav û rêz...
Bi helkefta bîranîna 62 saliya bi eşkere derketina rojnameya Xebat germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî we dikim û hêviya serkeftin û berdewamî û pêşketinê ji bo we dixwazim.
Li tevgera neteweyî û rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê da, herdem rojnameya Xebat mînbereke resenê gihandina peyama aştîxwaziya gelê me buye. Niha jî ev rojname li berevanîkirina destkeftên neteweyî û niştimani da roleke xwe ya ber bi çav heye û pîşeyiyane pêgirê yasa û karê rojnamevaniyê ye. Rojnameya Xebat li rêza pêş daye û herdem rastgoyane kar li ser pêşxistina asta hişyariya neteweyî û olî û pêkvejiyan û aştî û rewşenbîriyê da kiriye.
Ji bilî dûpatkirina pîrozbahî û spasiyên me yên ji bo yek bi yekê rojnamevanan û karmendên vê rojnameyê, hêviya serkeftin û xizmeta zêdetir ji bo we dixwazim.
Mesûd Barzanî
04.04.2021