Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta hatina cejna sê şeviya Yaran (Cejna Qewltasî) ya Kakeyiyan pîrozbahiyeke germ li xûşk û birayên Kakeyî yên Kurdistanê dikim. Hêvîdarim hemû cejnên wan li bextewerî û aramiyê da pîroz bikin û herdem dûr bin li nexweşiyê û dawî bi wan êş û azarên wan bê ku di demên derbasbûyî de xûşk û birayên me yên Kakeyî û pêkhatên din ji destê terorîstan dîtine.
Hêviya xweşî û kameraniyê ji bo wan dixwazim
Mesûd Barzanî
27.01.2021