Monday 17 January 2022

Peyama pîrozbahiya Serok Barzanî ya bi helkefta bîst û sêyemîn salvegera damezrandina Kurdistan Tv



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêzan Serpereştiyar û Desteya Birêvebirin û kedkar û karmendên Dezgeha Satalayta Kurdistanê!

Bi helkefta derbaskirina bîst û sê sal li ser damezrandina (Kurdistan Tv) da, pîrozbahiyê li we yên xweşdivî dikim û ji bo we hêviyên berdewamî û pêşketinên zêdetir dixwazim.

Kanala Asmaniya Kurdistan Tv wekî yekemîn kanala telefizyonî ya asmaniya Kurdistanê, her li destpêka damezrandina wê ve pêgiriya erkê neteweyî û niştimaniyan bûye û li gihandina peyama aştî û pêkvejiyanê da serkeftî bûye, li heman demê de jî rastgoyî û pîşeyîbûna xwe parastiye.

Pêwîste Kurdistan Tv û Zagros Tv li çarçêweya Dezgeha Satalayta Kurdistanê da li gihandina peyama rewaya gelê me bi raya giştî û belavkirina hişyariya niştimanî û çanda pêkvejiyanê li nav xelkê da berdewam bin. Pêwîste Dezgeha Satalayta Kurdistanê li asta pêşveçûn û guhertinên bi lez yên ragihandinê da bê, her wiha wekî herdem pêgirê biha û armancên bilindên gelê Kurdistanê jî bê.

Destxweşiyê li we dikim û hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim.

Mesûd Barzanî
17.01.2022