Tuesday 11 May 2021

Peyama pîrozbahiya Serok Barzanî ya bi helkefta 28 saliya damezrandina Bingeha Lalişê



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêzan Serok û Endamên Desteya bilinda Bingeha Lalişê

Bi helkefta bîst û heşt saliya damezrandina Bingeha Lalişê pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we yên birêz û endam û kadirên Bingeha Laliş û hemû xûşk û birayên Êzdî dikim. Bingeha Laliş di salên bihûrîda di gel hemî kosp û astengiyan, bi hewla kadir û rewşenbîrên civaka Êzdî, berdewam pêşkeftiye û xizmeteka ber bi çav pêşkêşî kultûrê gelê Kurdistanê û parastina nerîtên civaka Êzdiyan kiriye.

Piştevaniyê li bizav û keda bingehê dikim û hêviya berdewamiyê û pêşkeftinê ji bo we û hêviya aramî û xweşiyê ji bo hemû xûşk û birayên Êzdiyan re dixwazim û her serkeftî bin.

Bimînin di xêr û xweşiyan da

Mesûd Barzanî
11.05.2021